Ayhan İşcen
05 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 05 Tîrmeh 2026
MALATYA (AA) - Li Darendeya navçeya Meletiyê, otomobîl li darê qelibî û di encamê da 2 kes mirin û her wiha 3 jê zarok 4 kes xedar birîndar bûn.
Otomobîla plaqe 34 AAY 806 a Ozgur Dogan diajot li tanga Medîşeyhê li dara li kêleka rê qelibî.
Li ser îxbarê, ekîbên tenduristî, polês, cendirme û îtfaiyeyê hatin sewqkirin.
Di kontrola ekîbên tenduristiyê da hat tesbîtkirin, Doganê ajokar li cihê qezayê miriye.
Tuba Dogan (35), Elif Nur Dogan (12), Nisa Nur Dogan (7), Hira Îkra Dogan (1) û Ruken Kaçmen (18) ku xedar birîndar bûn bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Darendeyê ya Hulusî Efendî.
Tugba Dogana birîndar a diyar bû ku jina ajokar e, li nexweşxaneyê digel midaxeleyê nehat xilaskirin.
Kaçmena birîndar jî piştî midaxeleya li vir bi helîkopter ambulansê ya Wezareta Tenduristiyê va rakirin nexweşxaneya li Meletiyê.