Tirkiye

Li Mûşê gelek çek û fîşeng hatin bidestxistin

Şener Toktaş   | 12.10.2021
Li Mûşê gelek çek û fîşeng hatin bidestxistin

Muş

 Li Vartoya navçeya Mûşê gelek çekên bêruxset, fîşeng û şarjorên wan hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya Walîtiyê ji bo ku rê li ber qaçaxçîtiya çek û muhimatan bê girtin tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di 7-8ê cotmehê da li Vartoyê operasyonek kir.

Di operasyonê da 3 tivingên piyadeyê yên keleş, tivingeke nîşangiran, 8 şarjorên keleşan, 448 fîşengên keleşan, 42 fîşengên tivinga nîşangiran û tivingeke nêçîrê hat bidestxistin.

Der barê 8 şikbaran da miemeleya edlî hat destpêkirin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın