Tirkiye

Li Mêrsînê di operasyona dijî PKK û DEAŞê da 3 kes hatin binçavkirin

Serkan Avci   | 18.09.2021
Li Mêrsînê di operasyona dijî PKK û DEAŞê da 3 kes hatin binçavkirin

Mersin

 Li Mêrsînê bi îdiaya ku alîkariya PKK û DEAŞa rêxistinên terorê kirine 3 kes hatin binçavkirin.

Li gor daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Cendirmeyên Mêrsînê bi kordînasyona Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê dijî kesên alîkariya PKK û DEAŞê kirine operasyon hat kirin.

Di operasyona li navçeyên Toroslar, Akdeniz û Yenîşehirê da 3 kes hatin binçavkirin û di lêgerîna di malan da gelek amûrên dijîtal hatin qefaltin.

Der barê kesên hatin binçavkirin da kar û barên fermî didomin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın