Tirkiye

Li Mûşê rêya ku 6 meh bûn ji ber berf û pûkê hatibû girtin hat vekirin

Li Mûşê rêya Çavuştepeyê ya ku ji ber şert û mercên hewayê nêzî 6 mehan e girtî ye bi xebata ekîban hat vekirin

Elif Orhan   | 15.05.2019
Li Mûşê rêya ku 6 meh bûn ji ber berf û pûkê hatibû girtin hat vekirin

Muş

Li Mûşê rêya Çavuştepeyê ya ku ji ber şert û mercên hewayê nêzî 6 mehan e girtî ye di encama xebata ekîban da hat vekirin.

Rêya Çavuştepeyê ya 2 hezar û 700 mêtro bilindahiya wê heye û alternatîfa koma rêya Uçevlera li ser navendê ye xebatên paqijkirina berfê temam bûn.

Rêya ku nêzî 6 mehan bû ji ber berf û pûkeyê girtî bû bi xebata ekîbên Îdareya Taybet a Bajêr hat vekirin û welatî dê êdî di demeke kurttir da bikarin bigihêjin gund û taxên xwe.

Sekreterê Giştî yê Îdareya Taybet aBajêr Şeymus Yentur daxuyaniyek da û diyar kir ku li tanga Çavuştepeyê xebatên vekirina rê temam kirin û got ku "Berfa îsal barî bû sedem ku rêya alternatîf dereng bê vekirin. Me bi 4 makîneyên kar va bi xebateke qasî mehekê xebatên vekirina rê temam kirin."

Operatorê rotatîfê Celal Tuver jî got dema berfa ku ji ber ba û pûkê hişk bibû paqij kir gelekî zehmetî kişandine.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın