Tirkiye

Li Mûşê hin gund bi berfê nixumîn

İbrahim Yaldız,Sabri Yıldırım   | 13.04.2021
Li Mûşê hin gund bi berfê nixumîn

Muş

 Li Mûşê ji ber berfa ku şev dest pê kir gundên li cihên bilind bi berfê nixumîn.

Li gundê Yukariyongaliyê ya 45 kîlomêtro dûrî navenda bajêr e gundiyan berfa li ber derê xwe paqij kir.

Gundiyan li ser berfê alif dan heywanên xwe, zarok jî bi gilokên berfê va leyîstin.

Gundî Eyup Omur got îro roja ewil a meha remezanê ye û wan bi berfê dest bi remezanê kir.

Omur got qalindahiya berfê digihêje 25 santîmêtroyan û wiha axivî: "Li Deşta Mûşê kulîlk vebûn, bihar hat. Lê vê derê zivistan dîsa vegeriya. Li gundên der û dorê jî berf bariye."

Gundê ku bi berfê va nixumiye bi dronê va hat temaşekirin, dîmen hatin kişandin.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın