Tirkiye

Li Mûşê derxistina kevirê kewke dest pê kir

Sabri Yıldırım   | 08.06.2021
Li Mûşê derxistina kevirê kewke dest pê kir

Muş

 Li Bulanika (Kop) navçeya Mûşê derxistina kevirê kewkeyê ku di çêkirina mizgeft, mal û dibistanan da tê xebitandin û volkanîk e, dest pê kir.

Kevirê kewke ku li deverên bilind ên bajaroka Uzgorurê dertên, piştî teqîna volkanîk çêbûne. Karker bi zor zehmet vî kevirî derdixin û difiroşin.

Karker serê sibehê heta êvarê di binê germa havînê da bi lom, tevir, sivîç û bêran dixebitin, van keviran derdixin û bi 25 lireyî difiroşin.

Nusrettîn Gunduzê ku 20 sal e li bajêr di ocaxên keviran da dixebite, ji rojnamegeran ra got ku ew bi 3 hevalên xwe va serê sibê heta êvarê dixebite û 50 kevîrî derdixin.

Gunduz diyar kir ku ew karekî zehmet dikin û perê nanê xwe ji kevir derdixin û wiha dewam kir, "Kevir bi gelemperî di çêkirina mal û mantokirina dîwarên derva da tên xebitandin. Li vê derê 3 cure kevir dertên; spî, sor û reş. Ev kevir avahiyan havînê hênik dike, zivistanê jî germ dihêle."

Ozcan Gundogduya xwediyê atolyeya neqişandina kevir jî got ku li çar aliyê bajarokê ev kevir hene û di çêkirina mal, mizgeft, minare, dîwar û şomîneyê da tê xebitandin.

Gundogdu diyar kir, ew li ser sparîşê keviran derdixin û wiha dewam kir, "Li bajaroka me 300-400 sal e ku ev kevir tê derxistin. Berê bi rêbazên kevnare kevir dibirîn, lê 10 sal e makîne tê bikaranîn. Kevirên ku karker derdixin, tên ber destê me. Em jî wan dibirin û dineqişînin û li ser sparîşê ji her aliyê Tirkiyeyê ra dişînin. Em salê hezar û du hezar mêtrekqre keviran dibirin û dineqişînin. Piraniya malên bajarokê bi van keviran tên çêkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın