Tirkiye

Li Mêrdînê endamekî rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlehiyê bû

16.01.2021
Li Mêrdînê endamekî rêxistina terorê teslîmî hêzên ewlehiyê bû

Mardin

 Li Mêrdînê endamekî YPG/PKKya rêxistina terorê ku hat qanîkirin teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlehiyê hatin hildan Fermandariya Cendirme ya Bajêr bi malbatên kesên di nav PKK/KCK/PYD/YPG ya rêxistina terorê da cî digirin ra têkilî datînin û ji bo qanîkirina endamên rêxistinê ku bila ji rêxistinê birevin û werin teslîm bibin, hewlên xwe didomînin.

Di vê çarçoveyê da endamê rêxistina terorê Z.Oyê bi kodnavê "Zindan Amed" bêçek û amûr hat û teslîmî hêzên ewlehiyê bû.

Z.O di sala 2015an da ji Mêrdînê beşdarî rêxistina terorê bû û hat tespîtkirin ku ji ber sûcê "endamê rêxistina terorê ye" qeyda wî heye.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın