Halil İbrahim Sincar
01 Tebax 2026•Rojanekirin: 01 Tebax 2026
Li Mêrdînê di operasyona qaçaxçîtiya berhemên dîrokî da mozaîka erdê ya bi fîrug a tê nirxandina ku ji Heyama Romayê ya Zû maye, hat dîtin.
Li gor daxuyaniya Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr bi kordînasyona Midûriya Şaxa KOMê ya Fermandariyê ekîbên fermandariyên Cendirmeyan ên Navçeyên Omerlî û Derîkê ji bo parastina mîrateyda çandî û dijî fealiyetên qaçaxçîtiya berhemên dîrokî û fealiyetên kolandinên qaçax operasyon hat kirin.
Di operasyonê da digel mozaîka erdê ya bi fîrug a tê nirxandina ku ji Heyama Romayê ya Zû maye, sikke, 2 gustîlk, 13 obje, 3 kevirên biqîmet û çavkaniya bi navê "Sikkeyên Romaya Antîk" hat bidestxistin.
Qada bi mozaîk teslîmû Midûriya Muzeya Mêrdînê kirin.
Der heqê 2 gumanbarên ku der barê bûyerê da hatin qefaltin da miameleyên edlî dan destpêkirin.