
Mardin
Li Mêrdînê li hemberî kesên alîkariya PKKya rêxistina terorê kirine operasyon hat kirin, 22 kes hatin binçavkirin.
Tîmên Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr di çarçoveya "Operasyonên Yildirim-8"ê da li Omeryan-Bagok û Kerboranê operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê didomînin.
Di çarçoveya van operasyonan da 13 sitargeh û 8 depo hatin xerabkirin, 2 kîlo teqemeniya plastîk, melzemeyên di çêkirina teqemeniyan da tên bikaranîn, bêtêl, muhîmat, xwarin, alavên jiyanê û dokumanên rêxistinî hatin bidestxistin.
Di sitargehan da hat tesbîtkirin ku 25 kesan alîkariya rêxistinê kirine, bi wan ra hevkarî kirine.
Li ser vê operasyona hevdem hat kirin 22 kes hatin binçavkirin.
Ji bo 3 kesên fîrarî jî bên girtin xebat dewam dikin.