Xort û keça ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê revîbûn û hatibûn Eqçeqeleyê zewicîn.
Nêzîkî 30 hezar kes li tesîsên mêvandariyê yên Silêman Şahê dijîn. Cebîr Sawas û Rahaw Husnî jî li vê derê hevdu nas kirin û biryara zewacê dan.
Deweta civanan bi dihol û zirneyê ve hat kirin. Birazavatiya dewetê Şaredarê Eqçeqeleyê Abdulhakîm Ayhan kir û mêvanên dawetê jî cil û bergên herêmî li xwe kirin.
Ayhan bûk û zava pîroz kir û diyar kir ku penaberên ku ji ber şerê navxweyî yê li Sûriyeyê xwe dispêrin Tirkiyeyê êdî wek tirkan dijîn. Ayhan destnîşan kir ku bûk û zavê ew wek birazava dawetî şahiyê kirin.
Ayhan got dixwaze ku şahiya bûk û zava bi wan re parveke û wiha axivî: "Xwedê zava û bûkê bi mirazi wan şah bike. Ji Xwedê teala daxwaza min ew e ku bira şerê ku li Sûriyeyê dewam dike dawî be û welatiyên Sûriyeyê jî bi rihetî vegerin welatê xwe."
Di dewetê de mire belavî mêvanan kirin û Ayşenûr Ayhana jina Şaredar Abdulhakîm Ayhan jî di dewetê de zêr diyarî bûkê kir.
Serokê Navçeyê yê AK Partiyê Îbrahîm Yildik, Midûrê Konbajarê Huseyîn Ortaç, Alîkarên Midûrê Konbajarê Hasan Ozturk, Yasîn Seyhan, Abdulkadîr Alptekîn, eqrebe û cînarên zava û bûkê beşdarî dewetê bûn.