Tirkiye

Li Kirklareliyê otobusa rêwiyan welgeriya, yek jê zarok 6 kes mirin û 25 kes birîndar bûn

Özgün Tiran   | 05.07.2022
Li Kirklareliyê otobusa rêwiyan welgeriya, yek jê zarok 6 kes mirin û 25 kes birîndar bûn

Kırklareli

 Li Kirklareliyê otobusa rêwiyan welgeriya û di encamê da yek jê zarok 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn.

Otobusa fîrmaya Nîlufer Turîzmê ya ajokarê wê Îbrahîm Guner û plaqeya wê jî 16 ABE 743 bû, li biniya navçeyê welgeriya şarampolê.

Gelek ekîbên tenduristî, ewlekarî û îtfaiyeyê bo deverê hatin şandin.

Ekîban birîndar rakirin nexweşxaneyan.

Waliyê Kirklareliyê Bîrol Ekici çû ciyê bûyerê û agahî sitand.

Walî Ekici daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir, otobusa ji Edîrneyê diçû Bodrûmê li navçeya Luleburgazê welgeriya şarampolê.

Ekici destnîşan kir ku di qezayê da yek jê zarok 6 kes mirin, 25 kes birîndar bûn û her wiha Ekici ji bo kesên mirin ji Xwedê rehmet, ji bo birîndaran jî şifa xwest.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın