Tirkiye

Li Kilîsê wesayîta eskerî welgeriya, 5 jê esker 16 kes birîndar bûn

Önder Beyter   | 24.09.2020
Li Kilîsê wesayîta eskerî welgeriya, 5 jê esker 16 kes birîndar bûn

Kilis

 Li Kilîsê wesayîta eskerî welgeriya, 5 jê esker 16 birîndar bûn.

Li gorî agahiyê, eskerê li ser sînor peywirê dikin, komeke koçberên bêdestûr ên Sûriyeyî ku dereqanûnî derbasî Tirkiyeyê bûn, qefalt.

Wesayîta eskerî ya ku koçberên bêdestûr dibir Qereqola Hidûd a Demirişikê, welgeriya û di encamê da 5 jê esker 16 kes birîndar bûn.

Eşkere bû, birîna kesên birîndar giran nîne û ew ji hêla ekîbên tenduristiyê yên 112 Bilez bo Nexweşxaneya Dewletê ya Kilîsê hatin veguhestin.

Ji aliyekî din va Fermandarê Tuxaya Zirîpoş a 5emîn Tuxgeneral Haci Halil Osman û Fermandarê Alaya Hidûd a 1emîn a Kilîsê Albayê Qidemdar ê Piyade Soner Oruç çûn ciyê bûyerê û lêkolîn kirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın