İbrahim Özcan
11 Hezîran 2026•Rojanekirin: 11 Hezîran 2026
Li Kilîsê 2 motosîklet li hev qelibîn, di qezayê da 5 kes birîndar bûn.
Motosîkleta ku şofêrê wê Î.T.T. û plaqeya wê 79 ABN 873 e, li Taxa Mehmet Sanli li motosîkleta ku şofêrê wê H.Y. û plaqeya wê 79 ALL 821 e qelibî.
Di qezayê da her du şofêr û H.Y, Î.S û Î.H.T yên ku li ser motosîkletan bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê polês û ekîbên Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Prof. Dr. Alaeddîn Yavaşca.