Li Kastamonuyê midibêsa geştê welgeriya, 25 kes birîndar bûn

KASTAMONU (AA) - Li Taşkopruya navçeya Kastamonuyê midibêsa geştê welgeriya, 25 kes birîndar bûn.

Midibêsa geştê ya bi plakaya 34 KB 2578 a ku Ugur A diajot li texma gundê Kuranê welgeriya.

Li ser îxbara welatiyan ekîbên tenduristî, cendirme û polêsan sewqî herêmê kirin.

Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîban sewqî nexweşxaneyan kirin.

Hat hînbûn midibêsa ku 2 jê ajokar, 2 jê rêber 21 jê jî turîstên herêmî 25 kes tê da bûn piştî ku geşta Sînopê temam kir vedigeriya Kastamonuyê.

Di daxuyaniya Walîtiya Kastamonuyê da hat gotin ku "Li rêya Taşkopru-Kastamonuyê dora saet 21.30î da midibêsa geştê welgeriya û qezaya trafîkê çêbû."

Di daxuyaniyê da ev hat gotin:

"Di bûyerê da îxbara 25 birîndaran hat hildan, 7 birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Taşkopruyê, 7 birîndar jî rakirin Nexweşxaneya Anadoluyê ya Taybet, 10 birîndar jî neqlî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Kastamonuyê. Qezazedeyekî got ku rewşa wî baş e û nexwest ku biçe nexweşxaneyê. Hemû qezazede sivik birîndar bûne."