Bilal Kahyaoğlu
26 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2026
Li Cîdeya navçeya Kastamonuyê ji ber lehiyan şêniyên qatên binî hatin texliyekirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiyê, ji ber hişyariyên Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ya barîna barana gur, Komên Xebatê yên Afatê yên Plana Midaxeleya Afatan a Tirkiyeyê (TAMP) ketin amadebaşiyê.
Ji hêla Midûriyeta DSÎyê ya Herêma 23yem, Midûriyeta Rêbejayê ya Herêma 15em, Midûriyeta Daristanan a Herêma Kastamonuyê, Midûriyeta AFADê ya Parêzgehê û Rêveberiya Taybet a Parêzgeha Kastamonuyê makîneyên kar, wesayît û personel li navçeyên li herêmên qeraxî yên Cîde, Doganyurt, Înebolu, Abana, Bozkurt û Çatalzeytînê hatin bicihkirin.
Li navçeya Cîdeyê derdora saet 04.00an ava lehiyê da binê zêdetirî 150 xanî, kargeh û depoyan. Hin wesayît di bin avê da man. Di lehiyan da ziyana canî çênebû.
Her wiha şêniyên qatên binî bo cihên ewle hatin texliyekirin. Piştî texliyeyê kesên xwestin, li navneda navçeyê di wargehan da hatin bicihkirin.
Komên afatê yên TAMPê li navenda navçeyê xebatên pêwîst dimeşînin.