Li Karliovaya Bîngolê bi şîdeta 5.7ê erd hejiya
AFADê ragihand ku navend Karliovaya navçeya Bîngolê saet 17.24an bi şîdeta 5.7ê erd hejiya.
Ankara
Serokatiya Rêveberiya Rewşa Acil û Afetê (AFAD) ragihand ku navend Karliovaya navçeya Bîngolê saet 17.24an bi şîdeta 5.7ê erd hejiya.
Li gorî daxuyaniya AFADê saet 17.24an li Karliovayê bi şîdeta 5,7an erdhejek hat tomarkirin.
Hat hînbûn ku li wîlayetên derdora Bîngolê jî hest bi erdhejê hatiye kirin.
Waliyê Bîngolê Ekincî: "3 endamên ewlekariyê birîndar bûn"
Waliyê Bîngolê Kadir Ekincî ragihand, "Li birca çavdêriyê ya li gundê Kaynarpinara Karliovayê zirar çêbû, 3 endamên ewlekariyê birîndar bûn."
Di daxuyaniya Walîtiyê te wiha hat gotin, "2 Bircên çavdêriyê yên qereqola gundê Kaynarpinarê rûxiyan û 3 gundparêz birîndar bûn. Xebatên tesbîtkirina zirarê li hemî gund û navçeyan berdewam e."