Harun Reşit Yıldıko
16 Hezîran 2026•Rojanekirin: 16 Hezîran 2026
Otomobîla bi plakaya 63 EA 265 a ku M.Î diajot li gundê Kizikê ya li ser navendê welgeriya çem.
Bi îxbara kesên qezayê dîtin ekîbên tenduristî, cendirme, AFAD û îtfaiyeyê sewqî herêmê kirin.
Di bûyerê da Mehmet Mustafa Î. (4), Ramazan Î. (12) û Mehmet Sînan Î. (5) yê zarokên ajokar li cihê bûyerê mirin, ajokar, xanima wî û 2 zarokên wan jî birîndar bûn.
Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Karamanê.
Cenazeyên zarokên jiyana xwe ji dest dan ji bo otopsiyê rakirin morga heman nexweşxaneyê.
Hat hînbûn ku malbat ji Şanliurfayê wek karkerên çandiniyê hatiye Karamanê û dema ji zeviyê vedigeriyan konê xwe qeza kirin.