Van
Li Gevaşa navçeya Wanê ji ber zêdebarîna berfê ji bo sibe weke tatîl hat ragihandin.
Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Gevaşê de hat destnîşankirin ku li navçeyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber berfê û qeşagirtinê sibe li dibistanên seretayî û navendî digel Navendên Perwerdeya Gel û Navendên Rehabîlîtasyonê dê tatîl be.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam dê weke bi îzna îdarê bên hesêb.
-Li Ozalpa navçeya Wanê ji ber berfê navber dan xwendina bi pergala veguhastinê
Di daxuyaniy Qaymeqamtiya Ozalpê de hat destnîşankirin ku li navçeyê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber berfê û qeşagirtinê 17ê çileyê roja duşembê li dibistanên ku xwendina bi pergala veguhastinê li wan heye tatîl e.
-Li Şirnexê ji ber berfê û qeşagirtinê li navend û 2 navçeyan navber dan xwendinê
Di daxuyaniya Walîtiya Şirnexê de hat destnîşankirin li navend digel navçeyên Uludere û Bêtşebabê ji ber şert û mercên neyênî yên hewayê tedbîr hatine sitendin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku ji ber berfê û qeşagirtinê 17ê çileyê roja duşembê li dibistanên seretayî û navendî dê tatîl be.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku dê hîndekarî û perwerde bi rêya perwerdeya jidûr ve bê kirin, herwiha personelên dezgehên kamûyê yên ducanî û yên kêmendam jî dê weke bi îzna îdarê bên hesêb.
-Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber barîna berfê rojek navber dan perwerdeyê
Midûrê Perwerdeya Neteweyî ya Parêzgehê Erhan Bulut ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, li navçeyê berf û bager, veguhestinê asteng dike.
Bulut got ku ji ber vê jî li navçeya Posofê li hemû dibistanên seretayî û navînî û her wiha li lîseyan perwerde ji bo rojekê hat sekinandin.
Ekîbên rêveberiya taybet xebat dan destpêkirin ku veguhestina navçeyê asteng nebe.
-Li Posofa navçeya Erdexanê ji ber barîna berfê rojek navber dan perwerdeyê.