İbrahim Atmaca
12 Gulan 2019•Rojanekirin: 13 Gulan 2019
Ji bo 7 bajarên Herêma Rojhilata Anadoluyê hişyariya barana gur, tavî û teyrokê hat dayîn.
Li gor daxuyaniya Midûriya Herêma 12an a Meteorolojiyê, hewa wê li tevahiya herêmê ewrsayî û pirewrayî be û tê texmînkirin ku piştî nîvro li Qers, Erdexan, Erzirom, Agirî, Erzincan, Tuncelî û Îdirê barana gur bibare.
Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be.
Bi şev germahiya hewayê li Qers û Erdexanê 3, li Erzirom û Agiriyê 5, li Tunceliyê 10, li Erzincanê 12, li Îdirê 14 pile hat pîvan.
Tê texmînkirin ku bi roj germahiya hewayê li Îdirê 25, li Tunceliyê 21, li Erzincanê 19, li Agir û Erdexanê 18, li Qersê 17, li Erziromê 16 pile be.
Rayedaran ji bo bayê hişyarî da ku welatî tevdîra xwe hildin.