Tirkiye

Li herêma Pencik Yildirimê 12 terorîstên PKK/KCKyî hatin berterefkirin

WPN: Li Avaşîn-Basyana bakurê Iraqê 12 terorîstên PKK/KCKyî hatin berterefkirin

Ali Kemal Akan  | 04.10.2021 - Rojanekırın : 05.10.2021
Li herêma Pencik Yildirimê 12 terorîstên PKK/KCKyî hatin berterefkirin

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li bakurê Iraqê li herêma Pencik Yildirimê 12 terorîstên PKK/KCKyî hatin berterefkirin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin li bakurê Iraqê derbeyeke giran li PKK/KCKya rêxistina terorê hat xistin.

Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Avaşîn-Basyana herêma Pencik Yildirimê qaşo baregeha rojhilatê ya ku PKK/KCKya rêxistina terorê gelekî jê bawer bû û wek "ew nikare bê bidestxistin" bi nav dikir, hat bidestxistin. 12 terorîstên bi qomandoyên me ra ketin pevçûnê jî bi çekên wan va hatin berterefkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın