Tirkiye

Li herêma Operasyona Pencik Pilingê muhîmat û alavên jiyanê yên PKKyê hatin bidestxistin

01.03.2021 - Rojanekırın : 02.03.2021
Li herêma Operasyona Pencik Pilingê muhîmat û alavên jiyanê yên PKKyê hatin bidestxistin

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyand li herêma Operasyona Pencik Pilingê muhîmat û alavên jiyanê yên PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin.

Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin hêzên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) li bakurê Iraqê di çarçoveya operasyonên dijî hedefên terorê da dikevin şikeftên terorîstan.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "80 muhîmatên tivinga piyadeyê ya Ak-47an, 27 şarjorê tivinga piyadeyê ya Ak-47an, 18 şarjorên Kanas, teqemeniyeke desteçêkirî û gelek alavên jiyanê yên PKKya rêxistina terorê hatin bidestxistin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın