Tirkiye

Li herêma Operasyona Pencik-Kilîtê eskerek şehîd ket

Burcu Çalık Göçümlü  | 29.05.2022 - Rojanekırın : 29.05.2022
Li herêma Operasyona Pencik-Kilîtê eskerek şehîd ket

Ankara

Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) daxuyand li herêma Operasyona Pencik-Kilîtê ji ber êrîşa endamên PKKya rêxistina terorê Çawîşê Pispor ê Piyade Hasan Çatal şehîd ket û personelek jî birîndar bû.

Di daxuyaniya Wezareta Parastina Neteweyî da wiha hatin gotin: "Li herêma Operasyona Pencik-Kilîdê di 28ê Gulana 2022yan da ji ber teqîna EYPyê ya ku ji hêla endamên PKKya rêxistina terorê va berê hatibû bicihkirin Çawîşê Pispor ê Piyade Hasan Çatal şehîd ket û personelekî me jî birîndar bû. Personelê me yê birîndar derhal gihandin nexweşxaneyê û tedawiya wî tê kirin. Xwedê rehma xwe li şehîdê me yê ezîz yê ku di vê bûyera em gelekî xemgîn kirin da şehîd bû bike, serê malbata wî ya dilsoj, Artêşa Tirkiyeyê û gelê me yê ezîz sax be. Ji bo personelê me yê birîndar jî em şifayê dixwazin."


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.