Li Herêma Kaniya Aştiyê ajal li hemberî nexweşiyan hatin aşîkirin
Li navçeyên Sûriyeyê Til Ebyad û Resûleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatin paqijkirin, pez û dewar li hemberî nexweşiyan tên aşîkirin.
Şanlıurfa
Li navçeyên Sûriyeyê Til Ebyad û Resûleynê ku bi Herekata Kaniya Aştiyê ji terorê hatin paqijkirin, pez û dewar li hemberî nexweşiyan tên aşîkirin.
Li gorî daxuyaniya nivîskî ya Walîtiya Rihayê, li Til Ebyad û Resûleyna ku bi Herekata Kaniya Aştiyê aramî û ewlehî lê edilî, bi destê Navenda Alîkarî û Kordînasyona Sûriyeyê (SUDKOM) ku di bin sîwana Walîtiyê da ye, qederek xebat tên meşandin.
Di vê çarçoveyê da ekîbên Kordînatoriya Çandinî û Heywandariyê yên SUDKOMê, bi destpêkirina germahiya havînê va li herêmê li hemberî nexweşiyan dest bi aşîkirina pez û dewaran kirin.
Ekîbên ku li Til Ebyadê çûn gundên Mişrefe, Şêx Ehmed, Babil Hawe, Aîsawî û Cindawiyê, 2 hezar û 348 pez, çêlekek û 7 jî kûçik li hemberî nexweşiya webayê aşî kirin.
Beytar Mehmet Kirgin der heqê ajeldariyê da zanyarî da gundiyan û hişyarî da wan ku heywanên xwe li hemberî nexweşiyan aşî bikin.
Şêniyên gundan jî ji ber xebata wan sipasiya ekîban kirin.