Tirkiye

Li herêma GAPê bi çandiniya dîjîtal va mesref tên kêmkirin, xêr û bereket tê zêdekirin

Yasin Dikme  | 11.10.2021 - Rojanekırın : 15.10.2021
Li herêma GAPê bi çandiniya dîjîtal va mesref tên kêmkirin, xêr û bereket tê zêdekirin

Şanlıurfa

 Ji bo ku di sektora çandiniyê da çavkanî baş werin bikaranîn, "Projeya Çandiniyê ya Dîjîtal" kirin dewrê û bi vê projeyê va li herêma GAPê di xebitandina av û gubreyan da teserruf tê kirin.

Ji bo ku di çandiniyê da xebitandina gubre û avê were kêmkirin Îdareya Pêşketinê ya Herêmê ya GAPê û Zanîngeha Herranê proje da destpêkirin û di projeyê da sepanên ser erazî dest pê kirin.

Bi sepana ku zanyaran bi drone, sensora biaqil û zîrekiyê çêkir va cotkar dikarin rewşa mehsûlan, gubreya ku pêdiviya axê pê heye û rêjeya avê, nexweşiya berên çandiniyê û populasyona nebatan wekî dîjîtal bişopînin.

Teknolojiyên dîjîtal ser erazî hatin ceribandin û di avdêriyê da ji sedî 25 û di gubreyê da ji sedî 30î zêdetir teserruf hat kirin û siruşt jî hat parastin.

Endamê Hîndekariyê yê Beşa Zanistên Axê û Xwedîkirina Nebatan a Fakulteya Ziraetê ya Zanîngeha Herranê Prof. Dr. Mehmet Alî Çullu ji nûçegihanç AAyê ra got ku di salên dawîn da wekî ku li dinyayê jî heye, li Tirkiyeyê jî hişkahî heye û tesîra hişkahiyê pir li ser çandiniyê çêbû.

Çullu daxuyand ku ji ber hişkahiyê xêr û bereket nema, di çandiniyê da bi taybetî ji bo ku gubre û av baş were xebitandin, wan wekî zanîngeh xebat meşandin.

Çullu destnîşan kir, di çandiniya ku bi şêwaza kevnare tê kirin da av û gubre pir zêde tê xebitandin, ji ber vê jî mesref zêde dibe û wiha dewam kir, "Wekî zanîngeh ji bo ku bi taybetî gubre û av kêmtir û baştir were xebitandin û neyê zeyîkirin, me dest bi teknîkên çandiniya hesas û dîjîtal kir. Avdan û gubrekirina şêwaza kevnare ji dêvla ku xêr û bereketê zêde bike, gelek caran xêr û bereketê kêm jî dike û zirarê dide av û çavkaniyên avê. Bi projeyên ku hatin çêkirin va ji bo ku gubre û av baştir were xebitandin, lêkolîn cuda tên kirin. Em encamên van lêkolîn û teknîkên ku tên sepandin, bi cotkar û odeyên ziraetê ra parve dikin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.