Tirkiye

Li Herêma Mertalê Feratê eskerek şehîd ket

Fırat Özdemir   | 07.09.2021
Li Herêma Mertalê Feratê eskerek şehîd ket

Gaziantep

Hat ragihandin ku li herêma Herekata Mertalê Feratê eskerek şehîd ket.

Li dijî herêma baregehê ya li herêma Herekata Mertalê Fertaê êrîş hat kirin. Hat tesbîtkirin ku di êrîşê da Muammer Yîgîtê Çawîşê Pispor ê Piyade şehîd ket.

Cinazeyê Yîgît bi wesayîta eskerî anîn Tirkiyeyê, piştî karûbarên li Saziya Tipa Edlî ya Gazîentabê cinaze birin Goristana Esrî û ji wir jî bi konvoyê birin Balafirgeha Gazîentabê.

Li vê derê merasim hat lidarxistin, Ozlema xanima wû, Fatmaya diya wî û Dîla Yîgîta qîza wî beşdarî merasimê bûn. Xêncî malbatê Davut Gulê Waliyê Gazîentab Orgeneral Metîn Gurakê Fermandarê Artêşa 2yan, Korgeneral Metîn Tokerê Fermandarê Kolordiya 6an, Tuxgeneral Haci Halîl Osmayê Fermandarê Lîwaya Bizirx a 5an, Mehmet Berkê Wekîlê Şaredara Bajarê Mezin a Gazîentabê, Tuxgeneral Hîdayet Arikanê Fermandarê Cendirmeyên Bajêr û endamên protokolê û hevalên şehîd beşdarî merasimê bûn.

Helwesta rêzêdariyê hat nîşandan, kurtejiyana şehîd hat xwendin, Huseyîn Hazirlarê Miftiyê Bajêr dia kir û cinazeyê Yîgît li teyareya eskerî kirin ku bibin Toqatê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın