Tirkiye

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tesîra "sermaya mirov diqefilîne" dewam dike

Li Qersê germahiya hewayê bişev di bin sifirê da heta 21 pileyî daket. Li Qers û Îdirê delavên newalan qerisîn û rûyê hin çeman cemed girtin. Li Agiriyê jî şofêrên TIRan ji bo wesayîtên xwe bikaribin bidin şixulandin di bin wan da agir pê xistin.

Abdullah Tel   | 11.01.2020
Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê tesîra "sermaya mirov diqefilîne" dewam dike

Erzurum

ERZURUM

Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê germahiya hewayê ya herî kêm bi şev di bin sifirê da bi 21 pileyî li Qersê hat pîvandin.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12an a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li herêmê hewayê ewrsayî û ewravî be, ji ber sir û seqemê wê car caran qeşagirtin, mij û pûk çêbe.

Li herêmê germahiya hewayê ya herî kêm di bin sifirê da li Qersê 21, Agiriyê 20, Erziromê 13, Erdexanê 11, Erzinganê 7, Tunceliyê 5 û Îdirê jî 3 pile hat pîvandin.

Stûriya berfê jî li Agiriyê 10, Qers û Erziromê 4, Navenda Kaşûnê ya Plandokenê 49, Navenda Kaşûnê ya Erganê 30 û Navenda Kaşûnê ya Erdexan Yanlizçamê jî 8 santîmetre ye.

Rayedaran ji bo cemed, mij û pûkê hişyarî da welatiyan ku bila baldar bin û bê tewdîr tevnegerin.

- Qers

Li Qersê ji ber ku germahiya hewayê di bin sifirê da heta 21 pileyî daket qismekî Çemê Qersê qerisî û cemed girt. Li Qers û Îdirê delavên newalan qerisîn û rûyê hin çeman cemed girtin. Welatiyan ji ber hewaya sar xalîçe, betanî û branda avêtin ser wesayîtên xwe.

- Îdir

Li deverên bilind ên Îdirê ji ber hebûna berfê û hewaya sar jiyana rojane bi zehmet dibe.

Li gundên ser navçeya Tuzlucayê berfê di ser banên xaniyên nizim da avêt. Sifirnekên xaniyên li navçeyê bi şembelîkan xemilîn, avên hin newalan qerisîn û rûyê hin çeman jî cemed girt.

Gundiyên xwediyên pez û dewaran ji aliyekî va bo jiyana xwe ya rojane hewl didin û ji aliyekî va jî bo têrkirina heywanên xwe hewl didin.

- Agirî

Li bajarê Agiriyê jî herî zêde şofêrên TIRan ên ku wesayîtên wan cemidîbûn zehmetî kişandin û ji bo wesayîtên xwe bikaribin bidin şixulandin di bin wan da agir pê xistin.

Ji hêla din va kesên dixwazin heywanên xwe bifiroşin û hatine bazara bajêr jî ji ber sermayê perîşan dibin.

Ji xwediyên heywanan Adem Aras daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo firotina heywanên xwe tên bazarê û ji ber sermayê pir zehmetiyê dikişînin û wiha pê da çû: "Ji ber sermayê heywan nikarin di şûna xwe da bisekinin. Serma tesîra xwe li ser heywanan jî zehf nîşan dide. Em jî ji bo nanê xwe mecbûr tên vê derê. Dev û pozên heywanên me cemed digire."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.