Tirkiye

Li Hekariyê ji bo eskerê li Bakurê Iraqê şehîd ket merasim hat kirin

Hikmet Temeş  | 27.07.2021 - Rojanekırın : 28.07.2021
Li Hekariyê ji bo eskerê li Bakurê Iraqê şehîd ket merasim hat kirin

Hakkari

Li Hekariyê ji bo Çawişê Pispor ê Piyade Halîl Çelebiyê ku li herêma Herekata Pencikê ya bakurê Iraqê di kar û barên ewlehiya rê da dixebitî bi gule berdana terorîstan şehîd ketibû merasim hat kirin.

Di merasima li Fermandariya Lîvaya Çiya û Qomandoyê ya Hekariyê gorî rê û rêzikên şewba Kovîd-19ê hat kirin da tabûtê cinazeyê Çelebî yê ku bi alaya Tirk pêçandî anîn qadê. Piştî sekna rêzê kurtejiyana şehîd hat xwendin û dia hat kirin.

Hevalên Çelebî ketin bin tabûtê wî û birin li helîkoptêrê siwar kirin.

Cinazeyê şehîd wê ji Balafirgeha Yuksekova Selahaddîn Eyyubiyê ber bi bajarê wî Kirikkaleyê va bê şandin.

Di merasimê da Walî û Cîgirserokê Şaredar Îdrîs Akbiyik, Alîkarê Walî Azîz Golbaşi, Serdozgerê Komarê Bayram Orenvî, Wekîlê Fermandarê Lîvaya Çiya û Qomandoyê Mîralay Metîn Kahraman, Fermandarê Giştî yê Bajêr Tuxgeneral Ahmet Kavukçu, Midûrê Ewlehiya Bajêr Salavat Mete Pinar , Rektorê Zanîngeha Hekariyê Yusuf Ersali, Midûrê Şaxa Hereketa Taybet Şaban Bayar, nûnerên partiyên siyasî, amirên saziyan, esker û polês beşdarî merisamê bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.