Li Hekariyê balona ku seba êrîşkirina herêma baregehê şandin, hat îmhekirin
Ankara
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) ragihand, li Herêma Baregehê ya Zer Tepeya Hekariyê balona ku li gor nirxandinê seba êrîşkirinê hatiye şandin, hat îmhekirin.
Li gor daxuyaniya ku ji WPNyê hat dayîn, bi saya baldariya komandoyên ku li Herêma Baregeh a Zer Tepeya Hekariyê wezîfeyê dikin, pêşî li ber hewildana êrîşeke girîng hat girtin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin, "Baloneke ku nêzî herêma baregehê bû, bi kamerayên termal jî hat tesbîtkirin û demildest hat gulebarankirin. Balona ku li gor nirxandinê seba êrîşkirinê hatibû şandin, beriya ku nêzî herêma baregeh bibe, hat îmhekirin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.