Li Hekariyê 2 terorîst hatin berterefkirin
Di operasyona hevpar a Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Serokatiya MÎTê da 2 terorîst hatin berterefkirin
Ankara
Wezareta Karên Navxweyî ragihand ku li Hekariyê di operasyona hevpar a Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Teşkîlata Îstixbarata Neteweyî (MÎT) da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Li gor daxuyaniya ku ji wezaretê hat dayîn Fermandariya Cendirmeyan a Bajêr û Serokatiya MÎTê di çarçoveya ewlehiya navxweyî da li çolwarê Hekariyê operasyon kirin.
Di operasyonê 2 terorîstên çekdar hatin berterefkirin.
Li herêmê operasyon didomin.
Di operasyonên ku di du rojên dawîn li çolwarê Hekariyê hatin kirin da 4 terorîst hatin berterefkirin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.