Tirkiye

Li Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da cebilxane hat qefaltin

Sayim Harmancı   | 16.07.2021
Li Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da cebilxane hat qefaltin

Hakkari

Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da cebilxane û amûrên curbecûr hatin qefaltin.

Walîtiyê daxuyanî da û ragihand ku ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr ji bo deşîfre û berterefkirina kar û barên PKK/KCKya rêxistina terorê dest bi "Operasyona Çêwlika Mezin-2"yê kirin.

Hat gotin ku di operasyona duh li texma Zozana Urşeyê hat kirin da 3 seriyên RPG-7ê yên antî tankê, 7 seriyên RPG-7ê yên antî personelê, 7 guleyên sewqê yên RPG-7ê, 2 tupên seyranê, 3 kîlo gubre, 57 mayinê PKM bîksî yên vala, fişeka PKM bîksî ya vala, 4 şarjorên kalaşnîkofê, 2 hîltî û 2 jî seriyên hîltiyê hatin dîtin.

Operasyonên ku hêzên ewlehiyê li herêmê dane destpêkirin, dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın