Tirkiye

Li Hekariyê sivîlên 10 sal berê PKKyê kuştibûn hatin bibîranîn

16.09.2020
Li Hekariyê sivîlên 10 sal berê PKKyê kuştibûn hatin bibîranîn

Hakkari

 Li Geçîtliya gundê Hekariyê di 16ê îlona 2010an da teqemeniya endamên PKKya rêxistina terorê bi cî kiribûn dema wesayîta sivîlan derbas bûbû hatibû teqandin û 9 kes hatibûn kuştin. Li ber serê merzelê wan kuştinê bûyerê hatin bibîranîn.

Di bernameya bibîranînê ya li goristana gund da ji bo kesên hatibûn kuştin Qurana Pîroz hat xwendin.

Cahît Erolê di êrîşê da kur û qîza wî û 7 eqrebeyên wî hatibûn kuştin ji bo wan dia kir.

Cahît Erol daxuyanî da rojnamevanan û diyar kir ku 10 sal berê di êrîşa terorîstên PKKyî da 9 merivên wan hatin kuştin.

Erol got kesên êrîşên bêbext dikin ji mirovatiyê nesîbê xwe hilnedane û wiha axivî: "Ev 10 sal e em ji ber vê êş û janê digrîn. Pêvajoya mehkemeyê jî hê dewam dike. Ya ev kir teror e. Em her sal tên ber serê merzlên wan û ziyaret dikin. Îsal ji ber nexweşiyê em bi qerebalixî nehatin vê derê. Rihma Xwedê li wan be, ciyê wan cinet be."

- Bûyer

Li ber Geçîtliya gundê Hekariyê di 16ê îlona 2010an da teqemeniya endamên PKKya rêxistina terorê bi cî kiribû dema wesayîta sivîlan derbas bûbû hatibû teqandin, di êrîşê da Aydin û Enes Erol, Cane û Semîha Dayan, Eşref Gur, Şîrîn Kurt, Zarîfe Çîftçî, Abuzeyt Îdem û Nurullah Umut Çîftçî hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bibûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın