Tirkiye

Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya bajêr a HDPyê çalakî kirin

05.03.2021
Li Hekariyê malbatên mexdûrê terorê li pêşiya avahiya Serokatiya bajêr a HDPyê çalakî kirin

Hakkari

 Li Hekariyê malbatên terorîstên PKKyî zarên wan revandine çiyê li pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê çalakî kirin.

Malbatên mexdûrê terorê yên 4 hefte ye rojên înê li Kolana Cumhuriyetê kom dibin bi alayên Tirkiyeyê pankart û dowîzan meşiyan pêşiya Serokatiya Bajêr a HDPyê.

Şîrîn Adiyamanê Serokê Bajêr ê Konfederasyona Şahît Xazî-Senê beşdarî meşê bû û piştgirî da malbatan.

Leyla Çîftçiya tiyê wê bi destê endamên PKKya rêxistina terorê hat revandin li ser navê malbatan daxuyanî da û diyar kir ku wekî jin û dayikên ji Hekariyê ji bo dengê xwe bigihînin zarokan hatin ba hev.

Çîftçiyê got dixwazin ku her kes rûyê PKKyê nas bike û wiha pê da çû:

"Werin, netirsin, em bi hev ra tevbigerin. Bi hev ra zarên xwe ji çiyê daxin. Bawer dikim ku bi saya dayikên dengê xwe bilind dikin va em ê zarên xwe ji destê rêxistinên terorê xilas bikin. Em wekî dayikên dilşewitî dibêjin 'Mafê her tiştî heye ku bijî, mafê zarên me yên li çiyê jî heye ku bijîn.' Em zarên xwe HDPyê dixwazin."

Çîftçiyê got ku PKKyê têk here dayikê qezenc bikin û wiha axivî: "Em ê dev jê bernedin. Em ê wan zarokan ji destê we xilas bikin bi destê we bernedin. Doza me ya mafdar ew ê bi tu derew, îftira û zilmê xirab nebe."

Esmer Koçê jî got qîza wê di sala 2014an da bi destê 4 kesan hat xapandin û birin çiyê û wiha pê da çû: "Ji wê rojê vir da ji bo bigihîjim qîza xwe têkoşînê didim. Wan 4 kesan cezayê hetahetayî xwarin. Xwedê ji dewleta me razî be. Her bijî edalet. Edaletê ciyê xwe dît. Ez gelekî kêfxweş bûm."

Aysun Adiyamana birayê wê yê 9 salî revandin çiyê diyar kir ku rêxistina terorê û alîgirên wê bi lîstikên qirêj va zarokan dixapînin û wiha got: "Birayê min di destê wan da ye. Em ji bo wî têkoşîna xwe bidomînin. Înkar dikin ku birayê min nerevandine. Lêbelê di destê me da vîdeoya ku perwerdeya sîlahan didin zarokan heye û birayê min jî di wê vîdeoyê da xanê dike."

Malbatan piştî daxuyaniyê li dijî PKKya rêxistina terorê û HDPyê dirûşme gotin û paşê belav bûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın