Sayim Harmancı
19 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 19 Tîrmeh 2026
HAKKARÎ (AA) - Li Hekariyê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê da 7 kes birîndar bûn.
Li tanga Depînê du otomobîl li hev qelibîn ku plaqe û navê ajokarên wan hê nehatine bidestxistin.
Li ser îxbarê ekîbên polês, tenduristî, îtfaiye, AFAD û UMKEyê hatin sewqkirin.
Di qezayê da 7 kes birîndar bûn ku di navê da zarok jî hene.
Hat destnîşankirin, ji birîndarên bi ambulansan bo Nexweşxaneya Dewletê ya Hekariyê hatin veguhestin, rewşa yekî giran e.