Tirkiye

Li Hekariyê çek û muhimatên çalkirî hatin bidestxistin

Sayim Harmancı   | 06.04.2021
Li Hekariyê çek û muhimatên çalkirî hatin bidestxistin

Hakkari

 Li Şemdînliya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da çek, muhimat û alavên curbecur hatin bidestxistin.

Li gor daxuyaniya ku ji Walîtiyê hat dayîn, ekîbên Fermandariya Cendirmeya Bajêr ji bo deşîfrekirin û pêşîlêgirtina fealiyetên PKK/KCKya rêxistina terorê xebatan didomîne.

Li devera çiyayî ya mezreya Guzelkayayê ya li ser gundê Baglarê ya navçeya Şemdînliyê ekîban lêgerîn kir û di axê da çalkirî AK-47a tivinga peyadeyan a kalaşnîkofê, 5 şarjorên vê çekê, 164 fîşeng, bîdona jelîkan, sako, şalvar, 30 santêm fitîla bisaniye, kavanoza cam, 4 şîşên demir, 200 gram toza ku rengê wê qehweyî ye û cureya wê nehat tesbîtkirin, hatin dîtin.

Li herêmê operasyon dewam dikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın