Tirkiye

Li Hatayê ji bo ajalên serberedayî yên li herêma şewatê tonek xwarin

Li Hatayê ji hêla Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP) ji bo ajalên serberedayî yên li herêma şewatê tonek xwarin hat belavkirin.

Önder Beyter  | 19.11.2020 - Rojanekırın : 19.11.2020
Li Hatayê ji bo ajalên serberedayî yên li herêma şewatê tonek xwarin

Hatay

 Li Hatayê ji hêla Federasyona Mafên Ajalan (HAYTAP) ji bo ajalên serberedayî yên li herêma şewatê tonek xwarin hat belavkirin.

Xwebexşê HAYTAP li Hatayê Gokhan Çam di daxuyaniya xwe da diyar kir, şewata daristanên parêzgehê tesîreke mezin li ajalan jî kir.

Çam diyar kir ku ew hewil didin xwedî li heywanên serberedayî yên ku di şewatê da zirar gihîşt wan, derkevin û wiha dewam kir, "2 pişîk û 3 kûçik ku penceyên wan di pileya yekemîn da şewitîn, ji hêla HAYTAPê li klînîka taybet hatin tedawîkirin. Digel vê zincîremarketeke navneteweyî tonek xwarina kûçik û pişîkan şand ku li herêma şewatê were belavkirin. Me jî ev xwarin li herêmên cuda yên Îskenderûn, Antakya û Samandagê ji bo heywanên serberedayî belav kirin."

Çam her wisa sipasiya wan hemû ajalhezan kir ku xwedî li ajalên serberedayî derdikevin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.