Mehmet Bayrak
21 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 21 Tîrmeh 2026
Li Taxa Serînyolê welatiyan li kuçeyê meymûnek dîtin û caw dan rayedaran.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî li ser cawdayînê dest bi xebatê kirin.
Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin û AFADê jî piştgirî dan xebatê û meymûn hat girtin.
Rayedaran meymûnê anîn Midûriyeta Şaxa Parastina Siruştê û Parkên Neteweyî ya Hatayê.
Hat ragihandin ku piştî kontrola tenduristiyê, wê bişînin Parka Siruştê ya Tarsusê.
Ji hêla din, hat hînbûn ku meymûnê kesek bi sivik birîndar kiriye û lêkolîn hatiye destpêkirin ku ka ew çawa hatiye herêmê.