Rauf Maltaş
03 Tebax 2026•Rojanekirin: 03 Tebax 2026
Li Şanliurfayê li Girê Mirazan (Gobeklitepe) ê di Lîsteya Mîrata Cihanî ya UNESCOyê da ye û wekî "cihê destpêka dîrokê" tê wesifandin, ji ber zêdebûna hejmara ziyaretvanan binesaziya wê ya veguhestin û ziyaretvanan tê xurtkirin.
Girê Mirazan ê 18 kîlometre dûrî navenda bajêr û nêzîkî Taxa Orencîkê ye, di sala 1963yan da bi vekolîna ser rûyê erdê va hat dîtin. Girê Mirazan li welêt her wiha ji wan şûnwarên dîrokî ye ku ji hêla herî zêde turîstên xwemalî û biyanî tê ziyaretkirin.
Xebat û veberhênanên zêdekirina kapasîteya şûnwarê qedîm berdewam in ku salane ji hêla derdora milyonek kesî tê ziyaretkirin.
Di vê çarçoveyê da xebat didomin ku rêya çûn û hatinê ku berê yek çûyîn û yek jî hatin bû, bibe rêyeke duble. Dîsa rêyên meşê yên li derdora şûnwarê dîrokî jî hatin firehkirin da ku astengdar jî bi rihetî biçin û bên. Guzergeha rêya meşê jî bi verastkirinê va bû bi qasî du qatê rêya berê.
Aydin Aslanê Midûrê Çand û Turîzmê yê Parêzgeha Şanliurfayê ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, piştî ku di sala 2019an da ji hêla Birêz Serokomar Recep Tayyip Erdogan wekî 'Sala Gobeklitepeyê' hat îlankirin, li Gobeklitepeyê liv û lebata ziyaretvanan bi taybetî zêde bû.
Aslan bal kişand ku bi kordînasyona Wezareta Çand û Turîzmê va bi saziyên têkildar ra xebat hatin meşandin û kapasîteya ziyaretvanan hat zêdekirin û wiha got, "Ziyaretvanên me hem dê bêtir wext derbas bikin û hem jî qelebalixî dê li cihên diyar çênebe."
Mehmet Kamil Turkmenê Serokê Komeleya Pêşxistina Turîzma Şanliurfayê jî destnîşan kir ku veberhênanên tên kirin dê hem bi kêrî kapasîteya ziyaretvanan û hem jî bi kêrî turîzmê werin.
Turkmen diyar kir, bi kutabûna guzergehên nû va ziyaretvan dê bêtir wextê xwe li Gobeklitepeyê derbas bikin.