Tirkiye

Li gelek bajaran ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

Cüneyt Çelik  | 14.01.2022 - Rojanekırın : 15.01.2022
Li gelek bajaran ji ber berfê dibistan hatin tetîlkirin

Kars

 Li Qersê ji ber barîna berfê û sermayê dibistanên li bajêr hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniya walîtiyê da hat diyarkirin ku li bajêr û navçeyan berf dibare û serma heye, ji ber vê dibistanên seretayî, navîn û lîse di 14ê rêbendanê roja înê da hatin tetîlkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku personelên astengdar û bizaro jî ew ê bi destûr werin hesibandin.

Wan

Di daxuyaniya Walîtiya Wanê da wiha hat gotin:

"Ji ber berfa dibare di 14.01.2022yan roja înê da xwendingeh, navendên perwerdeya gel, saziyên perwerdeya taybet û navendên rehabilîtasyonê li bajêr û navçeyan ji bo rojekê hatin tetîlkirin. Wekî mayîn personelên dewletê yên astengdar û yên bizaro jî ew ê bi destûr werin hesabkirin."

Tuncelî

Di daxuyaniya Qaymeqamtiya Ovacixê da wiha hat gotin: "Ji ber berfa dibare û cemeda girtiye di 14ê rêbendanê da xwendingehên li navçeyên hatin tetîlkirin."

Erdexan

Li herêma Qurtqeleyê û Çildira navçeya Erdexanê jî ji ber berf û bagerê ji bo rojekê navber dan perwerdeya li xwendingehan.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın