30 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 01 Mijdar 2015
GAZÎANTEP
Li Gazîentabê 2 kesên ku dihatin teqîbkirin bombeya destan avêtin polêsan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê wergirt tîmên ewlehiyê li ser îxbarê 2 kesên di wesaîta bi plaqeya 21 FN 027 hildan teqîbatê.
Li Bulvara Gazî Muhtar Paşa gumanbarên ku ferq kirin tên şopandin ji wesaîtê peya bûn û bombeya destan avêtin polêsan.
Hat diyarkirin ku bombeya destan neteqiya û êrîşkar revîn û peyra hatin qefaltin.
Di lêgerînê da di wesaîtê da gelek teqemenî hatin qefaltin.
Piştî kontrola tenduristiyê gumanbar birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê.