
Gaziantep
Li Gazîentaba ku "Peqlaweya Entabê" ji hêla Yekîtiya Ewropayê va (YE) wek xwarina ewil a mitbaxa Tirkan hatiye tescîlkirin hosteyên peqlaweyê ji bo eyda qurbanê zêde dixebitin.
Ji eyda qurbanê ra çend roj man û ji ber vê sîparîşên welatiyan ên ji bo peqlewayê jî zêde bûn.
- "Karê me yê hê zêde be"
Hosteyên peqlewayê ji bo siparîşên li Gazîentabê, ji çar aliyên Tirkiyeyê û dinyayê bikaribin bigîhînin 12 saetan dixebitin û bi xebatkarên din va jî tevahî 24 saetan hewl didin.
Serokê Lijneya Rêvebiriyê ya Tesîseke Peqlewayê Levent Aktaş ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand eyd ji bo wan derfeteke e û wiha axivî: "Ji ber ku hewa germ bû kar û barê me hinekî kêm bûbû, lê înşallah em ê bi saya eydê ji vê xelas bibin û karê me yê hê zêde be."
Aktaş got di eydê da herî zêde peqlawe tê îkramkirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku hewa germ bû însan diçin tetîlê karê me kêm bûbû, lê dîsa jî kesên wê di eydê da mala xwe bin û peqlewayê hez dikin siparîşan didin. Ji eydê ra 3-4 roj bimîne karê me wê zêdetir be, em wardiyaya xebatê zêde dikin û amadehiyên xwe li gor wê dikin. Em di nav rojekê da teslîmî bajarên wek Stenbol, Enqere û Îzmirê dikin. Bêyî ku peqlewayên me xirab bibin digîhêje destê mişteriyên me."
- "Însan ji bo peqlewaya xweş û bi qalîte bixwin siparişê didin "
Hosteyê peqlewayê Ahmet Faruk Şenel jî got di her eydê da karê wan zêde dibe û wiha axivî: "Ji eyda qurbanê ra çend roj man. Însan ji bo ku di eydê da peqlewayên xweş û bi qalîte bixwin siparişê didin. Ev ji bo me baş e. Di çêkirin û firotinê da xebteke zêde çêdibe. Ji bo pakêtkirinê jî me hin karkerên din jî hildan kar."