Li Şahînbeya navçeya Gazîentabê otomobîl li kesên rexê rê qelibî û di encama qezayê da kesek mir, 4 jê zarok 5 kes birîndar bûn.
Li Taxa Saritê otomobîla ku A.Y. (19) diajot û ber bi îstiqameta Taxa Muhacirosmanê va diçû, li kesên pêşiya xaniyê rexê rê qelibî.
Di qezayê da A.I. (12), A.I. (6), N.A.I. (5), A.I. (3) û şofêr A.Y. birîndar bûn.
Ayşe I. (68) jî li cihê bûyerê mir.
Li ser êxbarê ekîbên tenduristî û cendirmeyan sewqî cihê bûyerê kirin.
Birîndar piştî midaxeleya ewil a ekîbên tenduristiyê bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Hat gotin ku rewşa A.I. (12) û A.I. (6) giran e, cendirmeyan A.Yyê şofêr binçav kir.