Tirkiye

Li Fransayê 114 hezar kes beşdarî xwepêşandanên dijî mecburiyeta aşiya Kovîd-19ê bûn

Alaattin Doğru   | 18.07.2021
Li Fransayê 114 hezar kes beşdarî xwepêşandanên dijî mecburiyeta aşiya Kovîd-19ê bûn

Ile-de-France

 Li gelek bajarên Fransayê kesên dijî mecburiyeta aşiya vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) û karta aşiyê ne xwepêşandan li dar xistin, 114 hezar kes beşdarî çalakiyê bûn.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî Parîs, Lyon, Marsîlya, Perpîgnan, Lîlle û Toulouse di serî da li gelek bajaran 114 hezar kes beşdarî xwepêşandan bûn.

Di daxuyaniyê da hat gotin li Parîsê 3 xwepêşandan hatin lidarxistin û tevahî 18 hezar kes beşdarî wan bûn.

Kesên ku van xwepêşandanan li dar xistin jî gotin 150 hezar kes beşdarî xwepêşandanan bûn.

Li Lyonê polêsan xaza rondikrêj avêt xwepêşandaran ku ew belav bibin û 9 kes binçav kirin.

- "An aşîkirina komî an jî tsunamiya vîrusê"

Li Fransayê hikûmet hewl dide li nexweşxaneyan û malên ku lê nexweş tên xwedîkirin xebatkar mecburî aşî bibin û karta tenduristiyê hildin.

Berdevkê Hikûmeta Fransayê Gabrîel Attal daxuyanî da rojnameya Le Parisienê û got hin kes dijî vê yeka hikûmetê derdikevin, lê hejmara wan kêm e û ew ê destûrê nedin kesên dijî aşiyê ne bandorê li ser kesên aşî dibin çêbibe.

Attal got 37 milyon kes aşî bûne û bangî wan kir ku ew eqreba û hevalên xwe jî qanî bikin ku ew jî aşî bibin û wiha dewam kir: "Divê em eşkere tevbigerin. Êdî aşîkirina komî divê bê kirin an jî tsunamiya vîrusê wê çêbibe. Rêyeke din tune."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın