Li Fatîhê 4 xwîşk û bira li malê mirî hatin dîtin
Li Fatîhê di malekê da cesedê 4 kesên ji heman malbatê yên ku 2 xwîşk û 2 bira bûn hat dîtin.
Istanbul
Li Fatîha navçeya Stenbolê li malekê ji heman malbatê cesedê 4 kesên ku 2 xwîşk û 2 bira bûn hat dîtin.
Gorî agahiyan xizmên malbeteke ku mala wan li Taxa Mela Goranî ser Kolana Oguzxanê bû xeber dan polêsan ku ew nikarin xwe bigihînin eqrebayên xwe û ji wan tu deng dernayê. Li ser saloxiyê polês çûn mala qal dihat kirin.
Dema polês hatin dîtin ku li ser deriyê malê nivîsa "Bi baldar bin siyanur heye, nekevin hundir û gazî polêsan bikin" heye û derî şikênandin, ketin hundir.
Polês di hundirê malê da rastî cesedê Cuneyt (48), Oya (54), Kamuran (60) û Yaşar Y. (56) hatin.
Ekîbên polêsan li ser nivîsa derî û bêhna di hundir da ji ber îhtimala ku di hundir da madeya kîmyayî hebe gazî ekîbên AFADê kir.
Ekîbên AFADê û polês li cihê bûyerê lêkolînên xwe didomînin.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.