Tirkiye

Li Erzirom, Erzingan, Agirî û Qersê liv û lebata li firoşgehên heywanan zêde bû

Kemal Özdemir, İsmail Hakkı Demir, Abdullah Söylemez, Cüneyt Çelik   | 18.07.2021
Li Erzirom, Erzingan, Agirî û Qersê liv û lebata li firoşgehên heywanan zêde bû

Erzincan

 Li Erzirom, Erzingan, Agirî û Qersê berî Eyda Qurbanê liv û lebata li firoşgehên heywanan zêde bû.

Li bajarên navborî heywandar sibehê zû radibin, heywanên xwe yên qurbanê dibin firoşgehan da ku bifiroşin.

Li firoşgehên ku firoşyar û kiriyar hevdu gelekî dibin û tînin, bihayê pezê qurbanê di navbera hezar û 3 hezar da, yê dewarên qurbanê jî di navbera 6 hezar û 30 hezarî da ye.

- Erzingan

Li Erzinganê Bekir Dabanliogluyê ku hatiye firoşgehê qurbanekê bikire, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir îsal bihayên qurbanan guncav e.

Dabanlioglu diyar kir ku rêza wî ji keda heywandaran ra heye û wiha got, "Li ser bihayekî me li hev kir. Xwedê bixêr bike."

- Agirî

Li Agiriyê li firoşgeha heywanan bazariya tund a di navbera heywandar û kiriyaran da dîmenên rengîn derxistin holê.

Heywandar Ercan Kaya diyar kir heywanên wî havînê li zozan çêriyan, zivistanê jî di hundir da hatin alifkirin.

Kaya bal kişand ku ev bi salan e ew qurbanan dişîne parêzgehên rojava û wiha dewam kir, "90 serî dewarên me hebûn, me 89 jê firotin. Em li benda firotina yên mayîn in. Me qismek ji heywanên xwe jî şandin Stenbolê."

- Erzirom

Heywandarê Erziromî Mehmet Saki diyar kir ku bi nêzîkbûna eydê liv û lebata li bazarê jî zêde bû.

Sadi Kahramanê ku hatiye qurbanekê bikire jî diyar kir ku ew dixwaze li gorî budceya xwe heywanekî bikire û peywira xwe ya dînî bîne cih.

- Qers

Bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê liv û lebata Firoşgeha Heywanan a Şaredariya Qersê jî zêde bû.

Heywandar Celal Acay diyar kir li firoşgeha heywanan liv û lebat zêde bû û ji ber hişkbûna demsalê li gorî salên berê bihayên qurbanan erzantir e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.