Tirkiye

Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf û baran wê bibare

Türkan Tosun   | 01.04.2021
Li Erzirom, Erdexan û Qersê berf û baran wê bibare

Erzurum

 Li Herêma Rojhilatê Anadoluyê li bajarên Erzirom, Erdexan û Qersê berf û baran wê bibare.

Di daxuyaniya Midûriyeta Herêma 12emîn a Meteorolojiyê da hat diyarkirin ku li tevahiya herêmê hewayê pir ewrayî be, li der û dora Erzincanê demdemî baranê bibare, li Erzirom, Agirî, Qers û Erdexanê jî berf û baranê bibare.

Li herêmê germahiya hewayê wê li gor demsalê be, ji hêla başûr va dem demî ba wê bê.

Bi şev germahiya hewayê ya hêrî kêm li Tuncelî û Îdirê 5, li Erzincanê 4, li Erziromê 2, li Agiriyê pileyek, di binê sifirê da li Qersê 3, li Erdexan jî 2 pileyek hat pîvandin.

Di nav rojê da jî tê texmînkirin ku germahiya hewayê ya herî zêde li Îdirê 20, li Tunceliyê 17, li Erzincanê 14, li Qersê 10, lı Agiriyê 11, li Erzirom û Erdexanê ji 9 pile be.

Li navendên xweşiqitandinê qalindahiya berfê li Palandokenê 130, li Sarîqamîşê 102 û li Qonaxliyê 86 santêm hat pîvandin.

Rayedaran hişyarî dan welatiyan ku bira ji bo mij, cemed û aşîtê baldar bin û tevdîrên xwe hildin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın