
Erzurum
Li Rojhilatê serma û seqema heyata welatiyan dijwar dike bi xwe ra dîmenên xwe jî tîne.
Li Erziroma ku berf lê barî ji ber serma û seqemê bi sivder û sivêrnekên banên avahiyan da cembelîk çêbûn û kaniyên li derê mizgeftan cemed girtin.
Li bajarê ku camên wesaîtan cemed girtin li ser dar û şaxan jî ji ber qiraviyê dîmenên xweş çêbûn.
Li Erziromê ekîbên şaredariyê jî li kuçe û kolanan xebatên paqijkirina rê û peyarêkan didomînin.
- Qers
Li Qersa ku serma û seqem lê zêde ye gol û çem û çavkanî qerisîn.
Welatiyên li Qersê ji bona wesaîtên wan cemed negirin wesaîtên xwe bi betanî û xalîçeyan nixumandin.
Heywandar jî ji bona heywanên xwe av bidin cemedên li ser avê dişikînin.
Li Sariqamîşa ku bi berfê sipî dike jî li çiyayên Axbabayê, Geliyê Keklîkê û Cibiltepeyê di nav dar û daristanan da dîmenên xweş çêbûn.
Ji ber ku dîmenên xweş çêdibin wênegiran jî wêne kişandin.