Tirkiye

Li Erziromê şivan û bira pez ên ku ji ber berfê mehsûr man hatin xilaskirin

Yusuf Ayas   | 05.12.2021
Li Erziromê şivan û bira pez ên ku ji ber berfê mehsûr man hatin xilaskirin

Erzurum

Li Erziromê ji ber barîna berfê ya zêde rêya zozan hat girtin û ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin bi hawara şivanê ku tevî bira pezê xwe mehsûr ma, çûn.

Li navçeya Şenkayayê li tanga Guzelyaylayê, ji ber ku berfê rêya vegerê xitimand, Niyazi Dagdelenê li ber pez bi têlefona mobîl alîkarî xwest.

Ekîbên Şaredariya Bajarê Mezin li ser îxbarê dan ser rê, bi xebata bi makîneyên şixul a bi qasî 3 saetan va rêya zozan vekir û xwe bi Dagdelenê mehsûrmayî ra gihandin.

Niyazi Dagdelenê ku tenduristiya wî baş e, sipasiya ekîbên ku bi hawara wî hatin kir.

Dagdelen wiha got, "Li zozan me da ser rêya vegerê, lêbelê ji ber ku rê girtî bû min alîkarî xwest. Xwedê ji wan razî be hatin û em xilas kirin. Xwedê ji wan tevan razî be."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.