Tirkiye

Li Erziromê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû

Yunus Okur   | 19.11.2021
Li Erziromê bi lerza 5,1ê erdhej çêbû

Erzurum

 Waliyê Erziromê Okay Memîş diyar kir ku di erdheja li Koprîkoyê ya bi lerza 5,1ê da kesek nemir, li gor agahiyên hildan, li hin gundan xanî hilweşiyane.

Walî Memîş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku piştî erdhejê demildest derket rê da ku here Koprîkoyê.

Memîş got ekîbên Midûriyeta Rewşa Acil û Afatê ya Bajêr û Şaredariya Bajarê Mezin jî hewl didin bigihêjin herêmê û wiha axivî: "Di erdhejê da kesek nemir, li gor agahiyên hatin sitandin li hin gundan xanî hilweşiyane."

Waliyê Erziromê Okay Memîş diyar kir ku di erdheja li Koprîkoyê da li Taxa Topçiyê 2 kes ji binê enqazê hatin xilaskirin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın