Tirkiye

Li Erzinganê 27 biyaniyên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin

Kemal Özdemir   | 23.07.2021
Li Erzinganê 27 biyaniyên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin Kemal Özdemir - AA

Erzincan

 Li Erzinganê 27 biyaniyên bi rêyên dereqanûnî derbasî welêt bûn hatin qefaltin.

Ekîbên Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan û yên Şaxa Deriyên Sînor ên Midûriyeta Ewlekariya Parêzgehê li rêbenda li ser rêbejaya Erzingan-Erziromê û her wiha li tevahiya bajêr xebata şopandin û rêlêgirtina qaçaxçîtiya koçberan da destpêkirin.

Di vê çarçoveyê da li bajêr di kontrolên li termînala otobusan û dewrûbera sîteya pîşesayê da 8 jê zarok 27 biyaniyên Efxan hatin qefaltin.

Hat ragihandin, piştî kutabûna miemeleyan dê koçberan radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın