Tirkiye

Li Erzîncan, Erdexan û Qersê mij û dûman

Kemal Özdemir, Günay Nuh, Cüneyt Çelik   | 29.11.2021
Li Erzîncan, Erdexan û Qersê mij û dûman

Erzincan

 Li Erzîncan, Erdexan û Qersê ji ber hewaya sar, mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand.

Li Erzîncanê ji ber ku serê sibê mij û dûman çêbû mesafeya dîtinê heta 50 mêtroyî kêm bû.

Ji ber hewaya sar, mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand, ekîbên trafîkê hişyarî dan ku şofêr baldar bin.

- Erdexan

Li Erdexanê serê sibê mij û dûman çêbû.

Ji ber ku li navenda bajêr û li der û dora Çemê Kurayê zêde mij û dûman çêbû mesafeya dîtinê kêm bû.

Ji ber mij û dûmanê şofêran zehmetî kişand.

- Qers

Li Qersê piştî berfa ku barî hewa sar bû.

Ji ber sermayê paceyên wesayîtan, dar û beran qirawî girt.

Hin welatiyan ji ber ku wesayîtên wan qeşa negire xalîçe û betanî avêtin ser.

Keleha Qersê ya dîrokî piştî ku bi berfa spî nixûmî dîmenên xweş derketin holê.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın